caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal bi Xebatên Xwe yên li Seranserê Almanyayê Berfireh Dibe

Em bi kêfxweşî û serbilindiyek mezin radigihînin ku Yekmal di rêwîtiya xwe ya dirêj de gihişt qonaxeke nû. Piştî bi salan xebatên hevpar û xurt di projeyên cûrbecûr yên civakî, çandî û perwerdehiyê de li Berlînê, Yekmal êdî bi serbilindî xebatên xwe berfireh dike bi damezirandina şaxên nû li bajarên din ên Almanyayê.

Ji bo ku bingeha damezirandina şaxên nû amade bike, Yekmal beşek nû bi navê Yekmal Aktiv Almanya li beşên xwe yên xebatê zêde kir. Yekmal Aktiv qederek civîn, komxebat û hevpeyvîn pêk anîn bi beşdariya heval û hevkarên hêja û qedirgiran ku bi salan e xebatan dikin ji bo civaka kurd li Almanyayê. Ji bo destnîşankirina bajarên ku eleqeyek zêde lê heye û her weha warên ku proje hewce ne, li seranserê Almanyayê lêkolînek hat amadekirin û belavkirin. Di demek kurt de Ji 2000 zêdetir kesên ji bajar û bajarokên cuda yên Almanyayê beşdarî lêkolînê bûn û encamên xebatê di civînên Yekmal Aktiv de hatin parvekirin. Di encamê de, navê çar bajaran derketin pêş ji bo ku çalakiyên me dê yekser dest pê bikin. Ev Bielefeld, Essen, Herford û Mainz in. Lê belê, hewldan û hevdîtinên me berdewam dikin ku di pêşerojek nêz de em bigihîjin zêdetir bajaran. Ji bo vê armancê, em bi kes û rêxistinên cihêreng re nav têkiliyê de ne û vekirî ne ji bo pêşniyar û projeyên hevkariyê.

Armanca me ew e ku em bikarin di pêşerojek nêz de proje û çalakiyên xwe yên êdî li Berlînê rûniştine, li şaxên xwe yên nû bidin destpêkirin. Bo nimûne, damezirandina hêlîn/baxçeyên zarokan ên du-zimanî bi kurdî-almanî yek ji van armancan e. Lê belê, ji ber ku em dizanin ev hewldan pêvajoyek domdar e û ked, xebat û hevkariyek hevpar hewce dike, em bi çalakiyên berbiçav wekî bingehek ji bo projeyên din dest pê dikin.

Yekmal Essen li Rottstraße 24-26, ku em bi VielRespektZentrum re parve dikin, dest bi xebatên xwe kir ya. Bûroya me li navenda bajarê Essenê ew ê bi xebatên pirzimanî û civakî li pêşberî hemû kes û malbatan be ji bo piştgiriya jiyana rojane û xurtkirina çand û ziman.

Li Mainzê, em bi xebata alikariya dersên ji bo xwendekarên ji pola 2 heta 10ê dest pê dikin. Ev xebata me ji bo hemû beşdan bêpere (beleş /herwe) ye.

Di şaxên me yên li Bielefeld û Herfordê de, em dixwazin bi rengek aktîf piştgiriyê bidin dêûbavan di jiyana wan a rojane de. Ji bo vê armancê, em ê xebat û projeyan bi rê ve bibin di warên jiyana civakî, perwerdehî û mezinkirina zarokan de.

Li ser malpera me û hesabên medyaya civakî, hûn dikarin li ser şaxên me yên nû û li ser proje û çalakiyên ku hatine meşandin û yên ku dê di nêz de pêk werin bêtir agahdarî bibînin.

Her wekî xebata me ya li Berlînê, şaxên me yên li Bielefeld, Herford, Essen û Mainz ji hevkarî û hevkariyê re vekirî ne ku ji bo pêşxistina pirrengî û pirzimaniyê li seranserê Almanyayê. Em bawer dikin domandina jiyanek demokratîk û wekhev û li ser bingeha rêzgirtinê berpirsiyariya me hemûyan e. Ji kerema xwe ji bo hevkarî û pêşniyarên xwe bi me re têkilî deynin.

Bi van hest û ramanan, em serkeftin û serfirazî dixwazin ji bo hemû heval û hevkarên xwe.

Ser navê tîma Yekmalê

Günay Darıcı

Rêvebera Giştî