Kargeha Dijîtal a Wergerê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan
Îro zarok wêjeya (edebiyata) ji çar aliyên cîhanê dixwînin. Di vê pêvajoyê de wergêr roleke girîng dilîzin ji bo derketine derveyî sînorên zimanan, lê ew bi xwe gelek caran nayên dîtin.
Bi rêzekargehên dîjîtal ên 4 rojan, em ê di çarçoveya kurdî de dijwarî, sînor, derfet û hewcedariyên taybet ên qada werger û pirzimaniyê binirxînin di wêjeya zarokan de.
Armanca kargehan ew e ku zehmetiyên bingehîn ên li pêş wergera kurdî werin nîqaşkirin û ji bo teşwîq û pêşveçûna wergêran derfet û piştgirî werin pêşkêşkirin. Di vê xebatê de, em ê guh bidin perspektîfên nivîskar, wergêr û weşangerên xweyî serpêhatî (tecrûbe).
Di kargehan de, beşdar dê komên piçûk de hewkariyê bikin di xebatên xwe yên wergerê de. Kargeh dê ji aliyê pisporan ve werin rêvebirinn. Zimanên sereke yên xebatê kurdî-ingilîzî an jî kurdî-almanî ne. Ji xeynî kargehan, di çarçoveya projeyan de, ew ê du panelên vekirî jî werin lidarxistin ku pêşkêşiyên li ser aliyên cuda ên mijara wergerê dê werin parvekirin.
Demên Kargehan
14. Gulan | 9-12: Destpêk & Hevnasîn 13-16: Panela Vekirinê: Werger û Pirzimanî di Wêjeya Zarokan de |
21. Gulan | 9-12: Kargeh 1 13-16: Kargeh 2 |
4. Xezîran | 9-12: Kargeh 3 13-16: Kargeh 4 |
11. Xezîran | 9-12: Kargeh 5 13-14:30: Nîqaş 15-16:30: Panela Girtinê: Pêşeroja Wergerê |
Serî lê bidin!
Ev xebat ji bo wan kesan e ku xweyî tecrûbe/ serpêhatiya wergerê ne ku ji zimanên wek almanî an jî ingilîzî wergerê dikin kurdî an jî ji kurdî wergerê dikin van zimanan. Kesên dixwazin beşdar bibin divê xweyî asteke bilind bin di kurdî de (kurmancî, soranî an jî kirmanckî/zazakî), lê ne mecbûrî ye ku berhemên wan ên çapkirî hebin. Ji bo serlêdanê, ji kerema xwe heta 6’ê Gulanê
- mînakeke xwe ya wergerê (1-3 rûpel, hekê hebe),
- CV,
- nameyeke armanca beşdariyê
bişînin ser emaîla (akademie@yekmal.de).
Zêdetir Agahdarî & Serlêdan:
- Yekmal Akademie
- Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
- Tel: 030 81797365
- E-Mail: akademie@yekmal.de
Piştgirî
Ev proje ji aliyê Akademiya Yekmalê bi piştgiriya Dezgeha Wergerê ya Almanyayê pêk tê.