caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Wêjeya Kurdî li Almanyayê

Serhejmara herî mezin a kurdan li dîasporayê li Almanyayê ye. Ji ber vê yekê, Almanya yek ji wan welatên sereke ye ku tê de çalakiyên cûrbecûr ên civakî, siyasî, çandî û hunerî ji hêla rêxistin û kesayetên kurd ve têne kirin. Edebiyat yek ji wan qadan e ku gelek nivîskarên kurd tê de xwe bi awayên cihêreng ên edebî di pirtûk û kovaran îfade dikin. Lê belê, navê Almanya di nav nîqaşên edebî yên ser wêja kurdî de gelek cara derbas nabe beramberî welatên din ên dîasporayê mîna Swêdê. Bi gotinek din, digel ku dîroka wê ya nisbeten dirêj a berhema edebî û rewşenbîrî bi kurdî heye, di nav wêjeya kurdî de ekoleke Almanya pir zêde nayê behskirin. Lê, gelo di wêjeya kurdî de ekoleke Almanyayê heye? Di nav wêjeya kurdî ya firehtir de cihê hilberîna wêjeya kurdî li Almanyayê çi ye? ‘Wêjeya kurdî ’bi xwe tê çi wateyê? Gelo taybetmendiyên yekmînak ên berhema edebî yên kurdî hene li Almanyayê? Têkiliya wêjeya kurdî û wêjeya almanî li Almanya çi ye? Li dû pirsên weha di vê panelê de, em dixwazin mijarê ji perspektîfên dîrokî, akademîk û wêjeyî ve bikolin.

Dîrok: 21.05.2021
Dem: 18:00 li gorî dema Berlînê
Cih: Online via Zoom
Ziman: Kurdisch

Rêveber: Hêja Netirk

Pêşkêşvan:
Adnan Çelik
Dawid Yeşîlmen

Ji kerema xwe qeyda xwe heta 20ê Mehê çêkin ji bo beşdariyê

https://forms.gle/gkcF4G1haWut7p63A

Ji bo pirs û zêdetir agahiyan
akademie@yekmal.de

Em ê bi beşdariya we kêfxweş bin.