caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

TESTKURD C1 Ezmûna Ziman 2023

Akademiya Yekmalê ezmûna TESTKURD C1 li dar dixe ji bo kesên ku dixwazin li gorî CEFR (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) zanîna xwe ya zimanê kurdî (kurmancî) di asta C1 de bidin pejirandin. Ezmûn dê 5ê Gulanê saet di 9:30’an de li Navenda Malbatan a Yekmalê li Berlînê pêk were.

Ezmûna TESTKURD C1 bêpere ye. Ger hûn bixwazin beşdar bibin vê ezmûnê, ji kerema xwe heta 21’ê Nîsanê vê FORMê dagirin. Hejmara beşdaran dê sînorkirî be û dema gelek serlêdan hebin, hilbijartinek ji nav serlêderan dê were kirin.

TESTKURD C1 çi ye?

TESTKURD C1 şarezayiyên zimanî yên beşdaran bi zimanê kurdî di astek pir bilind de îmtihan dike. Ezmûn ji bo wan kesan e ku di xwendin an jî karê xwe yên civakî, profesyonel an akademîk de bikar tînin. Taybetî kesên ku dixwazin li dibistanan an jî li baxçeyên zarokan (hêlînan) ên duzimanî (mînak Kita Pîya) wekî mamosteyê Kurdî bixebitin an jî karên wergerê bi kurdî bikin dikarin beşdar bibin vê ezmûnê.

Hûn dikarin di asta C1 de çi bikin?

Di asta C1 de hûn dikarin xwe bi awayekî herikbar û zelal îfade bikin. Hûn dikarin peyv û rêzepeyvên astekê bilind fehm bikin, di axaftin û nivîsandinên xwe de bi dilê xwe bi kar bînin. Her wiha, hûn dikarin zimên bi astek bilind bi kar bînin li gorî rêzik û qaîdeyên rêzimanî.

Struktura ezmûnê çawa ye?

Ezmûn ji beşa nivîskî û devkî pêk tê. Ezmûn bi tevahî dê 4 saet bidome (240 deqîqe) û her wiha dê 20 deqîqe navber hebe. Berî ezmûna devkî, dê ji bo beşdaran 20 deqîqe dema amadekariyê hebe. Ezmûna devkî dê roja azmûna nivîskî pêk were.

Ji bo zêdetir agahiyan û pirsên xwe, hûn dikarin bi mê re bikevin têkiliyê bi riya akademie@yekmal.de an jî 030 81797365.

Dîrok: 05.05.2023

Dem: 09:30 Uhr

Cih: Waldemar Straße 57, 10997, Berlin (Yekmal e. V.)

   GiranîDem (deqîqe)
Ezmûna NivîskîFehmkariya Xwendinê4890
  Zanyariyên zimanî (Rêziman û Peyvzanîn)22
Navber   20
  Fehmkariya Guhdariyê4840
  Şarezatiya Nivîsandinê4870
Ezmûna DevkîDema amadekariyê 20
Şarezatiya Axaftinê4820