Em rojî salî taze ye, Newroz hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Nivîskarê gewre yê wêjeya kurdî Pîremerd wisa nivîsandiye di helbesta xwe ya Newrozê de.
Bi heman çoş û bendewariyan, me jî wek Yekmal, 21’ê Adarê Newroz pîroz kir bo beşdariya mêhvanên xwe yên rêzdar ku nav wan de berpirsiyarên beşên cuda yên rêveberiya Senatoya Berlînê, parlamenterên meclîsê, rêveberên sazî û komeleyên civakî, berpirsiyarên komele û dezgehên kurdî, hevkarên me û kesên her tim piştgiriya xebatên me dikin hebûn.
Birêz Aziz Bozkurt (Sekreterê rêveberiyê ji bo Ciwan, Malbat û Dijîtalkirina Dibistanan), Birêz Saraya Gomis (Sekretera rêveberiyê ji bo Pirrengî û Dij-Cudageriyê), Birêz Gerry Woop (Sekreterê rêveberiyê ji bo Ewrupayê), Biraz Katarina Niewiedzial (Berpirsiyara Senatoya Berlînê ji bo Entegrasyon û Koçberiyê), Birêz Holger Spöhr (Pisporê Koçberiyê ji bo DPW), Birêz Kassem Taher Saleh (parlementer), Birêz Ferat Ali Koçak (parlementer) û Birêz Elif Eralp (parlementer) pîrozbahiya me ya Newrozê geş kirin bo gotinên xwe yên jidil û axaftinên xwe yên piştevan.
Em ji dil spasiya hemû beşdaran dikin ku li cem me bûn, kêliyên me yên kêfxweşiyê parve kirin û piştgirî dan xebat û xebatên me yên ji bo xurtkirina nirxên demokratîk, cihêrengî û pirzimanî li Berlînê û derveyî wê.
Yekmal
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê