caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sersala We Pîroz Be

Heval û hevkarên rêzdar,

Sala 2020’ê ji bo me hemûyan zehmetî û astengî derxistin û em hemû mecbûr man li hember van zehmetiyan têbikoşin. Digel hemû pirs û pirsgirêkan jî kar û xebat meşiyan di dema şewba koronayê de.

Em serbilind û pê kêfxweş in ku komeleya me Yekmalê jî xebatên xwe bi awayekî serkeftî bi rê ve birin û dest bi projeyên nû kirin. Bi vê boneyê, em dixwazin spasiyên xwe pêşkêşî we bikin ji bo hevkarî, piştgirî û baldariya we.

Em hêvî dikin hûn betlaneyeke xweş û aram derbas bikin û sersaleke baş, berî her tiştî jî tenduristî, li pêş we be.

Ser navê xebatkarên Yekmal e. V.

Günay Darici

Rêvebera Giştî