caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Senator Sandra Scheeres Pirsên Malbatan Bersivand

Serdema 2020-2021 a perwerdehiyê dest pê kir. Gelek pirs û metirsiyên dê û bavan berhev bûbûn derbarê rewşa dawî ya koronayê û tesîra wê li ser jiyana perwerdehiyê. Rêvebera Beşa Perwerdehî, Ciwan û Malbatan a Senatoya Berlînê, Sandra Scheeres beşdarî civîna Komeleya Arbeitskreis Neue Erziehung bû û bersiv da pirsan.

Her wiha di vê civînê de hat ragihandin ku ew ê bi riya telefonê şêwirmendiya pirzimanî were dayîn ji bo malbatan derbarê pirsên wan yên perwerdehiyê re girêdayî. Em pê kêfxweş in ku ew ê Yekmal beşa kurdî ya vê xebatê bi rê ve bibe.

Hûn dikarin daxûyaniya çapemeniyê ya civîna bi Sandra Scheeres re li ser ANE Pressemitteilung 14.08.2020 peyda bikin.

Her wiha, hûn dikarin videoya bi Sandra Scheeres re, ku Yekmalê kurdiya wê wergerandiye, li ser vê VÊ LÎNKÊ temaşe bikin.