caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sempozyûma Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî 2022: Zayend û Hînbûna Ziman

Hînbûna zimanê welatekî ku mirov koç dike yek ji wan faktorên sereke ye ku hem asta tevlêbûnê û hem jî ketina nav jiyana civakî, çandî û aborî li wê welatê diyar dike. Di lêkolîn û nîqaşên li ser hînbûna ziman di koçberiyê de, zayend mijarek girîng e. Encamên van lêkolînan nîşan didin ku dema jin zimanê welatekî hîn dibin, girêdan û hewcedariya wan ji bo endamên din ên malbatê, taybetî jî mêran, kêmtir dibe. Ser de jî, hînbûna ziman ne tenê di warê aborî û civakî de alîkariya jinan dike, her wiha destê wan xurttir dike ji bo saxlemiya derûnî û berxwedana li hemberî tundûtujiya nav malbatê de. Ji aliyê din ve, tê gotin ku dema jin xweyî derfetên hînbûna ziman nebin ji ber sedemên bi koçberî û rolên zayendperest re eleqedar, statûya wan di nav civakê de du cara zêdetir neyînî dibe. Lewma, girîng e ku faktorên hînbûna ziman ji bo jinan hêsan dikin an jî zehmet/dijwar dikin werin eşkerekirin. Dibe ku hinek ji wan faktoran ew bin: parvekirina kar û barên nav malê de, berpirsiyariyên jin û mêran, an jî têgihiştin û tevgerên zayendperestî ku ji welatê jê hatine li wan tesîr kiriye, bi gotineke din, ji welatê xwe “îtxal” kirine.

Bi vê mebest û paşxaneyê, em bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (21 Sibat 2022) sempozyûmeke berfireh li dar dixin da ku faktorên tecrûbe û têgihîştina jinan ya hînbûna ziman li Almanyayê hêsan dikin û/an zehmet dikin werin nîqaşkirin. Ev sempozyûm di çarçoveya projeya lêkolînê ya li ser serpêhatiyên hînbûna ziman ên jinên koçber li Almanyayê de, ji aliyê lêkolînera Weqfa Einstein li IAAW Dr. Handan Çaglayan ve tê organîzekirin. Sê armancên sereke yên sempozyûmê hene. Ya yekem, ew ê encamên projeya lêkolînê werin parvekirin. Ya duyem, em dixwazin lêkolîner, nûnerên saziyên civakî, siyasetmedar, mamoste, malbat û kesên din ên eleqedar li hev bicivin ji bo ku xebat, nerîn û serpêhatiyên xwe di derbarê faktorên ji bo jinan hînbûna ziman hêsan dikin û/an zehmet dikin parve bikin. Ya sêyem, sempozyûm dixwaze piştgiriyê bide xebatên ji bo pêşvebirina rêbazên hînbûna ziman û çalakiyên hînkirinê û her wiha polîtîka û pratîkên li dijî jinên koçber li Almanyayê bide eşkerekirin. Herî dawî, sempozyûm dê hewl bide ku bersivan bigere ji bo pirsa “perspektîfek berfireh a ji aliyê zayendê hestiyar çawa dikare qabiliyet û hêzên jinên koçber di dema hînbûna ziman de hêsan bike û bi vî awayî jî kêrî hêzdarkirina jinan were?”

Dem: 21.02.2022

Saet: 09:30 – 16:30 (li gorî saeta Almanyayê)

Cih: Onlîne

Ji kerema xwe heta 15ê Sibatê li ser vê formê xwe qeyd bikin:

https://forms.gle/GrnJXApquUHP6UUt7

Têkilî ji bo pirs û zêdetir agahiyan: akademie@yekmal.de

Em li benda beşdariya we ne!