caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sempozyum: Modelên Serkeftî yên Dibistanên Duzimanî û Çalakiyên Herî Kêrhatî

Em gelek pê kêfxweş in ku wek Yekmal, Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, em 11’mîn sempozyuma Roja Zimanê Dayikê di 22’ê Sibatê 2021’ê de bi awayekî online li dar dixin.
 
Mijara taybet a vê salê li ser mînak û modelên serkeftî yên dibistanên perwerdehiya duzimanî pêşkêş dikin li welat û heremên cuda de ye. Di vê çarçoveyê de, em ê raporeke li ser modelên perwerdehiya duzimanî jî pêşkêş bikin di sempozyumê de.
 
Her wiha em ê çalakiyên kêrhatî yên di dibistanên duzimanî de tên bikaranîn jî nîqaş bikin û hewl bidin ku beşdar mînakên serkeftî bigirin ji van nîqaşan.
 
Sê pirsên sereke yên ku em ê di sempozyumê de vekin nîqaşê ev in:
  • Kîjan mînakên serkeftî xwe îspat kirine di pratîkê de?
  • Şert û mercên ji bo serkeftinê çi ne?
  • Mirov çawa dikare şert û mercên serkeftinê bi kar bîne di modelên nû yên perwerdehiyê de?
Gelek pispor û çalakvanên di vê qadê de lêkolînan dikin an jî dixebitin hatine vexwendin ji bo sempozyumê.
 
Di çarçoveya sempozyumê de ew ê pêşkêşiyên teorîk, komxebatên balkêş û panel werin lidarxistin.
 
Encamên sempozyumê ew ê werin berhevkirin û wek raporekê bên belavkirin li ser malpera me www.yekmal.de
 
Em ê gelek kêfxweş bibin eger hûn dema sempozyuma me li cem xwe qeyd bikin û beşdar bibin çalakiya me li roja Duşemê, 22’ê meha Sibatê, 2021’ê de.