Dem pir zû derbas dibe, lê xem ji bo hezkiriyên me yên ku bê dem ji nav me çûne her û her zindî dimîne. Piştî koça heval, bira û mezinê me Riza Baran di 04.05.2020’an de ji vê dinyayê bar kir çû, salek derbas bû jî. Wî bîranînên xweş û serboriyên tu caran nayên jibîrkirîn li pey xwe hiştin. Riza Baran piştgirekî çalak ê xebatên Yekmalû bû. Piştgiriya wî ne tenê di kêliyên şahî û dilşahiyê de, lê her weha dema ku em bi dijwarî û astengiyan re rû bi rû diman jî bi me re bû. Wî demek dirêj ji bo beşdariya koçberan di vê civakê de têkoşiya. Pirzimanîbûn û pirçandîbûn ji bo wî mijarên girîng bûn. Têkoşîna wî hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo hemû ziman û çandên civaka berfireh bû. Ji ber vê yekê dema me bîryar da ku em dibistanek duzimanî bi kurdî û almanî avak bikin, yekser navê wî hat bîra me. Em hêvî dikin bi dibistana ku em ê ava bikin, ew û navê Riza Baran bibe daîmî.
Di yekemîn salvegera koça wî de, em wî bi hemû bedewî û hêza ku wî aniye jiyan û xebata me bi bîr tînin. Tu gotin têrî nakin bêrîkirina me ji bo wî dest nîşan bike. Di aramiyê de bimîne Riza Abî!