Em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanya (Yekmal) dixwazin di sala 2022’an de rojên çanda kurdî li seranserê Almanyayê bi çalakiyan li dar bixin.
Xebat û çalakiyên me wê li bajarên Berlin, Bielefeld, Essen, Herford û Mainzê bên lidarxistin.
Xebat û çalakiyên me wê bi roja Newrozê (21’ê Adarê 2022) dest pê bike û heta dawiya meha Tîrmehê bidome.
Di çalakiyên me de karên cûrbecûr tên plansazîkirin, wek karên çand û hûnerê, destkarî û gelek cûreyên din bi hevkariya zarok û ciwanan.
Em bi kelecanî xebatên rengureng û çalakiyên cûrbecûr pêşberî we ne.
Belavoka bernameya çalakiyan ji Sibata 2022’an şûn da wê bê peydakirin.
Ji bo pirs û pêşniyariyên we wek saziya Yekmalê di bin hejmara 030 817 97 365 û li ser e-maîla kurdischekulturtage@yekmal.de her dem li pêşberî we ne.
Em ê bi beşdarbûna we gelekî kêfxweş bibin.
Koma we ya Yekmalê.