Wekî ku êdî adet e, Yekmal her sal di bin navê Rojên Çanda Kurdî de gelek çalakî li dar dixe da ku çand û zimanê Kurdî li Almanya pîroz bike. Çalakî bi gelemperî di der û dora 21ê Adarê, bi gotineke din li dor Newrozê, pêk tên ji bo pîrozkirina sersala nû ya Kurdî û destpêka biharê. Lê belê, ji ber xetereya şewba COVID-19ê, îsal çalakî di navbera 16ê Adarê û 8ê Cotmeha 2021an de tên organîzekirin. Yek ji çalakiyên sereke mîhrîcana Newroza Zarok û Malbatan e. Di vê mîhrîcanê de ji her devera Berlînê malbatên kurd û hevalên kurdan tên vexwendin ku vê roja taybetî bi zarokên xwe re derbas bikin. Bernameyek zarokan a rengîn heye ku bang li hemû zarokan dike. Di vê rojê de muzîka kurdî ji bo piçûk û mezinan deriyan vedike govendên kurdan. Wekî ku di çanda Kurdî de adetî ye, agirê Newrozê tû pêxistin û li dora agir govend tê gerandin. Bi kurtî, zarok û mezin, kurd û hevalên kurdan di vê rojê de Newrozê, bi gotineke din sersala kurdan bi hev re pîroz dikin wekî ku Kurd li çar aliyê cîhanê dikin. Her weha çend çalakiyên din jî hene ku hûn dikarin hûrguliyên wan li ser bernameya Rojên Çanda Kurdî û li ser malpera me peyda bikin.
Bernameya Rojên Çanda Kurdî 2021
Dem |
Bername |
16.03.2021 18:00 |
EMPower Remix – Seknên Hûnerî li Hemberî Nijadperestiyê |
19.03.2021 12:00 |
Bîranîna Qurbaniyên Tundêtujiya Nijadperest |
21.05.2021 18:00 |
Panela Wêjeya Kurdî |
12.06. 2021 14:00 |
Kargeha Zarok û Malbatan: Podcasta duzimanî |
29.07.2021 16:00 |
Nîşandana Fîlm |
28.08.2021 14:00 -18:00 |
Şahiya Newrozê ya Malbat û Zarokan – Şahiya Havînê |
07.09.2021 16:00 |
Pêşkêşî: Parvekirina Vegotinên Zaroktiyê |
11.09.2021 12:00 |
Lîstika Şanoyê |
17.09.2021 16:00 |
Kargeha Xwarinên Kurdî |
18.09.2021 15:00 |
Kargeha Govendê |
22.09.2021 16:00 |
Kargeha Erbaneyê |
24.09.2021 15:00 Uhr |
Cilûbergên Kurdî |
08.10.2021 18:00 |
Semînar: Duzimanî/Pirzimanî di Konteksta Kurdî de |