caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Roja Zimanê Dayikê Pîroz Be!

Rêzdarên hêja,

Hevkarên ezîz,

Hevalên delal,

Wek komeleya Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanan pîroz dikin.

Piştî avabûna wê 1993’an de û heta niha, Yekmal ji 25 salan zêdetir e bi awayeke xurt û çalak dixebite ji bo zarok û malbatan derfetên perwerdehiyê zêdetir û baştir bike. Ji bo wê jî, pirzimanîbûn û pirzimanîmezinkirina zarokan rolekî sereke dileyze û lewma Yekmal jî taybetî ser vê mijarê disekine.

Cihê kêfxweşiyê ye ku piştî têkoşîneke direj li Elmanyayê hêdî hêdî hewl û gavên naskirina zimanê kurdî zêdetir dibin, her çiqas riyeke dûr û nexweş li ber be jî.

Wek saziyeke sivîl, ne tenê ji bo malbatên kurdî-axêv, lê ji bo hemû kesê piştevaniya perwerdehî û ziman dike. Lê helbet, em taybetî giraniya xwe didin parastin û pêşvebirina zimanê kurdî wek zimanê dayikê.

Di vê çarçoveyê de, em careke din dixwazin spas bikin hemû xebatkarên Yekmal, kesên piştgiriya zimanan dikin di rêveberiya senato û wezaretan de, pispor û çalakvanên hevkariya me dikin di xebatên me yên zimanî de, komeleyên kedeke mezin didin ji bo bilindkirina hişmendiya pirzimaniyê, malbatên zimanê xwe yên dayikê diparêzin.

Günay Darici

ser navê

Yekmal e. V.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê

21.02.2021