Ciwanên delal, malbatên hêja,
Ev demek dirêj bû em bendê bûn û êdî dem hat!
Em dest bi projeya xwe ya bi navê MAP XBERG HAPPY dikin.
Xebata me ya yekemîn 12ê Xezîranê (roja Şemiyê) ye û em ê saet 11:00’an de li ber binaya xwe, Waldemarstr. 57, 10996ê hev dû bibîn û ji wir berdewam bikin.
Ji kerema xwe maske bînin bi xwe re.
Helbet kesên derveyî Kreuzbergê jî dikarin beşdar bibin.
Ev proje çi ye?
Projeya me ji bo ciwanan e ku xebatên balkêş ên ceribandinê (Experimente) li ser nexşegeriyê (xerîte), hûner û zanistê pêk bînin. Bi hev re, em ê Kreuzbergê bi hemû hestên xwe kifş bikin, ceribandinan bi bêhn û dengan çêkin, hest û bîranînan berhev bikin, cihên balkêş bigerin ku fikrên xweş bi me re çêbin. Di dawiya geriyana me de, ew ê nexşeya ME ya Kreuzbergê derkeve holê.
Hûn dikarin demên li jêr li cem xwe qeyd bikin:
12ê Xezîranê (Roja Şemiyê)
Bi pisporê nexşeyan Petronela Bordeianu, em ê zanista nexşegeriyê nas bikin, plansaziya bajar fehm bikin û hinek mijarên nexşegeriyê hîn bîbin.
19ê Xezîranê (Roja Şemiyê)
Em ê bi hev re derkevin derve, derdora Kunstraum Bethanien bigerin bi hemû hestên xwe. Deng, bêhn, reng… her tişt wê cihê xwe bigire li ser nexşeya me..
14 û 21ê Tebaxê / 4ê Îlonê (Rojên Şemiyê)
Bi Playtronicayê re em ê bikevin nav pelên dengan. Muzîk çi ye, kîjan deng hene, rîtim kêrî çi tê? Em bi alavên naskirî yên muzîkê û alavên cuda deng diafirînin û dengên parkê berhev dikin. Paşî, em ê bi hev re dengê Kreuzbergê bikin muzîk.
25ê Îlonê û 2ê Cotmehê
Bi hûnermend Klara Ravat (Smell Lab), em hestên bêhnê çalak dikin. Bi piştgiriya kîmyanas û biyonasa molekûler Olesya Chayka, em ê li ser pirsa bêhn çawa diçe mejiyê me bisekinin. Li ser riya xwe, em ê bêhnan berhev bikin û bêhna Kreuzbergê derxin.
Ew ê hinek demên din jî paşî werin diyarkirin.
_ _ _ _ _ _ _ _ _
Ev proje taybetî ji bo zarokên navbera 9 salî û 14 salî ye.
Beşdarî bêpere ye û vekirî ye ji bo her kesê.
Ji kerema xwe qeyda xwe çêkin bi riya emaîlê: familie@yekmal.de
Hûn dikarin beşdarî hemû çalakiyan jî bibin û tenê yek an jî hinek çalakiyan jî bibin.
Em benda we ne ji bo vê projeya balkêş.