caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pirtûka “Yekrengî Bêrengî & Eine Farbe Keine Farbe” Derket!

Pirtûka çîrokan a bi navê “Yekrengî Bêrengî & Eine Farbe Keine Farbe” ku bi hevkariya Akademiya Yekmalê û Berufsfachschule Paulo Freire hatibû amadekirin bi awayekî duzimanî kurmancî-almanî hat weşandin. Çîrok ji aliyê Asmîn Baran ve hatin nivîsandin.

Di pirtûkê de bi giştî 6 çîrok cih digirin. Navê çîrokan wisa ne:

Berfemêr
Kevokê: Greva Ajalan
Yekrengî Bêrengî
Roja Barana Rengîn
Fediyoko
Li Bin Siya Dara Hêjîrê

Mijara hevpar a çîrokan parastina xwezayê û têkilêyên nav kes û xwezayê de ye. Bi gotineke din, çîrokên di pirtûkê de armanc dike ku hişmendiya derbarê parastina xweza û jiyana hevpar de bilind bike. Bo nimûne, di çîroka Berfemêrê de mirov dikare bibîne barîna berfê bandorekê çawa dike li ser zarokan û di heman demê de dê û bav çawa dikarin bi zarokên xwe re demeke têr û tije derbas bike bi lîstikekê nav berfê de. Bi heman awayî, mirov dikare di çîroka Yekrengî Bêrengî de bibîne çima pirrengiya jiyanê û cudahiyên di nav hemû giyanweran de girîng e û ew ê jiyan çawa bûya hekê hemû tişt û kes xweyî heman rengê bûna.

Ji xeynî naveroka xwe, çîrok ji aliyê piştgirî û pêşvebirina duzimaniyê jî mîsyonekê dide ber xwe. Di her rûpelê de mirov dikare hevok û peyvên kurmancî û almanî bide berhev. Di dawiya pirtûkû de peyvên gelek caran derbas dibin wekî ferhengokekê hatine dayîn. Her wiha, di çîrokên kurmancî de, di binê hemû rûpelan de hinek peyv bi hemwateyên xwe jî hatine dayîn. Bi saya van taybetiyên xwe, kesên dixwazin kurmancî an jî almaniya xwe pêşve bibin, an jî mamosteyên dersên zimanê dayikê dikarin vê pirtûkê wekî çavkaniyeke pedagojîk bi kar bînin. Dê û bav jî dikarin ji zarokên xwe re van çîrokan bixwînin û asoya wan berfireh bikin.

Wergera wan bi zimanê almanî ji aliyê Havin Baran ve û sererastikirina çîrokan bi kurmancî ji aliyê kordînatorê Akademiya me Şerif Derince ve hatiye kirin. Peter Muzeniekê jî wêne çêkirine ji bo çîrokan.

Pirtûk di nav çarçoveya projeya Bonusprogramm ya Senatoya Berlînê de bi hevkariya Yekmal Akademie û Berufsfachschule Paulo Freire li Zentrum ÜBERLEBEN hatiye amadekirin. Kesên dixwazin pirtûkê bi dest bixin, dikarin bi riya telefonê an jî emailê xwe bigihînin me.

Têkilî
Yekmal Akademie
Schönleinstr. 23
10967 Berlin
Tel: 030 81797365
E-Mail: akademie@yekmal.de