Em bi kêfxweşî radigihînin ku pirtûka sempozyûma me ya Roja Zimanê Dayikê ya sala 2021’ê derket.
Ji bo xwedîderketina mafên ziman, pirrengî û pirzimaniyê li hemû cîhanê 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Yekmal ji sala 2010’an vir ve vê rojê weke derfetekê bikar tîne û sempozyûmekê li dar dixe li ser gelek aliyên ziman ji bo bilindkirina hişyariya parastin û pêşxistina zimanê dayikê, ji bo piştgirîkirina pirzimanî û cihêrengiya zimanî û parvekirina fikr û ramanan û hevkariya bi akademîsyen, nûneran saziyên civakî, siyasetmedar, lêkolîner, dêûbav û aliyên din ên eleqedar re derbarê pêşxistina wekheviya ziman li Almanyayê û wêdetir. Di 22’ê Sibata 2021’an de, 11’emîn sempozyûm online pêk hat. Mijara taybet a sempozyûmê li ser modelên perwerdehiya duzimanî û pêkanînên serkeftî yên di perwerdeya duzimanî û pirzimanî de bû. Ev pirtûk ji pêşkêşî û axaftinên vê sempozyûmê pêk tê.
Hûn dikarin pirtûka sempozyûmê ji vir daxinîn: