caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pêşangeha ÇAND KURD

Bariş Seyitvan bu hevkariya komeleya me û bi piştgiriya Durchstartenê pêşangeha çandî û hunerî ya bi navê ÇAND KURDê pêşkêş dike. Seyitvan sala 2021’an de di navbera mehên Adar û Îlonê de bi malbatên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Berlînê dijîn re hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de hin lîstik, rêûresm û çîrokên Kurdistanê hatin tomarkirin. Wekî qonaxa yekê ya projeyê, ev mîrateya çandî ya tomarkirî dê bi sernavê “ÇAND KURD” bi kurdî û almanî bê pêşandan.

Hûn dikarin ji 9ê Îlonê pê ve ji roja Duşemê heta Înê ji saet 10:00’an heta 16:00’an pêşangehê bibînin li salona Rengîn Navenda Malbatan a Pirzimanî û Navçandî ya Yekmalê.

Serdana pêşangehê tenê bi encamek negatîf a testa koronayê an jî belgenameya vaksîna koronayê çêdibe. Ji kerema xwe ji bo serdanê û zêdetir agahiyan, bi vê nimrayê (017630667324) termînekê bigirin.

Em ê kêfxweş bibin bi beşdariya we li vê pêşangeha me.

Cih: YEKMAL e.V – Waldemarstraße 57, 10997 Berlin