caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Perwerdeya Şaxên Yekmalê seranser li Almanyayê li ser Nijadperestî û Hêzdar kirinê

Perwerdeya me di navbera 25.-27.11.2022’an bi beşdariya 25 kesan û 17 zarokên wan ji çar eyaletên Almanyayê hat lidarxistin. Mijara “zarok û dê û bavan li hemberî nijadperestiyê hêzdar bikin û rexneyan li ser nijadperestiyê biceribînin.”

Beşdarvanên me kesên di karên civakê de dixebitin û tekiliyên wan bi pêşxistina civakê re bûn. Her wiha mamosteyên dibistanan, mamosteyên zarokan, pedagok, doçentên zanîngehan, xebatkarên civakê û xwendekar bûn. 

Taybetî sedema kêfxweşiya me ew bû ku ne tenê kesên temenê wan mezin herwiha gelek ciwan jî tevlî perwerdeya me bûn û li serpêhatiyên xwe, perspektîfên xwe, hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.

Ez ê çawa li hemberî nijadperestiyê tevbigerim? 

Cûda kirin kengî destpê dike?

Aliyên min ên bi hêz çi ne?

Kêmasiyên min çi ne?

Hêza min ji ku ye?

Ji bo xwe min çi ferq kir? 

Kengî pêşbiryarî ye, kengî cûda kirine, kengî nijadperestiye?

Gotarvanên me, me dan bawer kirin ku em li ser van mijaran rawestin û tabûyên xwe bişikînin, binirxînin, şîrove bikin û li hember eynikê xwe bi xwe dibin jiyandin. 

Taybetiyeke din ya perwerdeya me jî ew bû ku, mirov dikaribû bi hev re bikene lê li aliyê din jî bigirî. Ev yek jî me da îspat kirin ku perwerdeyên bi vî awayî çiqas bi qedr û qîmet in. Ev yek nîşanda ku çiqasî hewcedariya me bi nasî hevdû, bi dan û standinê re heye. 

Perwerdeya me ya sê rojan ji aliyê gotarvan Wian Nesratalo û Merih Ergun ve hat birêvebirin. Dema perwerdeyan ji bo zarokan jî ji bo bernameya wan hin kes amade bûn. Ji lîstikan heta werzîşê mijarên cûrbicûr herwiha çalakiyên komî, wek mijarên perwerdeya me cûda kirin, nijadperestî, mobbîng, pêşbiryarî hwd. 

Mijara û perwerdeya me ji bo zarokan hew qasî baldar û girîng bû ku zarokan dixwestin bi şano û lîstikan jiyan û nêrînên xwe bi me re parve bikin û nîşan bidin.

Nêrîn û daxwazên zarokan ji aliyê me mezinan ve hate girtin û zarok dikaribûn nêrînên xwe, hîsên xwe her wiha tirsên xwe û bi van lîstikan ji herdû aliyan re zelal bikin. 

Perwerdeya me ji du aliyan ser ket. Him ji aliyê zarokan ve him jî ji aliyê dê û bavan ve.

Em spasiya xwe pêşkêşî hemû beşdarvanan û hemû zarokên xwe dikin ku bi çalak tevlî perwerdeya me bûn. Bi hêviya tevlîbûn û dîtina we ya projeyên din. 

Şaxên Yekmalê

Bielefeld – Bremen – Essen – Herford – Mainz