caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Panela li ser “Dilreşiya Hemberî Kurdan li Berlîn û Almanyayê” pêk hat

Di 17’ê Adarê de li Berlin-Neuköllnê panela li ser “Dilreşiya Hemberî Kurdan li Berlîn û Almanyayê” di nav çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de wek çalakiya destpêkê hat lidarxistin. Panel bi beşdarî û nîqaşên têr û tije jî aliyê Fatma Keser (Koçberên Jin ji bo Sekulerbûnê û Xwerêvebirinê), Ferat Koçak Endamê Meclîsa Berlînê ya Partiya Çep), Shani Hajo (Civaka Kurd li Almanyayê) û rêvebera giştî ya komeleya me Yekmalê Günay Darıcı (Yekmal e.V.) pêk hat.
 
Em gelek spas dikin hemû axaftvanên panelê û her wiha temaşevanên rêzdar ên panelê ji bo beşdariya wan. Em bi beşdariya xurt gelek kêfxweş in.
 
Em hêvî dikin hûn bikarin beşdar bibin çalakiyên din ên Rojên Çanda Kurdî. Ji bo zêdetîr agahdarî ji kerema xwe li malpera me binêrin.
 
Hûn dikarin çend wêneyên ji panelê li jêr bibînin.