caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

PANEL: Werger û Pirzimanî di Wêjeya Zarokan de – Nêrînên ji Nivîskar, Wergêr, Weşangeran

Pirtûk deriyên cîhana wêjeyê vedikin ji xwendevanên piçûk re, asoyên wan berfireh dikin hem ji aliyê çandî hem zimanî, û her wiha derfetên mezin ên pêşveçûna pirzimaniyê diafirînin. Di vê pêvajoya navbera zimanan de, wergêr roleke girîng dileyizin her çiqas ew bi xwe gelek caran xuyanekirî bimînin jî. Di vê panelê de, em dixwazin mijara werger û pirzimaniyê di wêjeya zarokan de ji nêrînên wergêr, nivîskar, weşanger û perwerdekaran nîqaş bikin. Dê taybetî rewşa wêjeya kurdî ji aliyê zehmetî, kêmasî, derfet û pêdiviyan were nirxandin. Ev panel wek beşekê Rêzekargehên Wergerê bi Kurdî-Almanî di Wêjeya Zarok û Ciwanan de tê lidarxistin ji aliyê Akademiya Yekmalê bi piştgiriya Fona Wergerê ya Alman.

  • Dem: 14.05.2022
  • Saet: 13:00 – 16:00 (Berlin) / 14:00 – 17:00 (Amed)
  • Cih: Online / Zoom
  • Zimanên Panelê: Kurdî / Almanî

Moderator: Sonja Galler & Şerif Derince

Beşdarên Panelê:

  • Nadin Püschel: Zêdetir Azadî an Zêdetir Berpirsiyarî? Wergerandin ji bo Zarok û Ciwanan
  • Ergîn Opengîn: Dîrok û Paşxaneya Wergerê di Wêjeya Kurdî de
  • Luqman Guldivê: Wergera Wêjeya Kurdî ji bo Zarok û Ciwanan
  • Abdullah Keskin: Perspektîf û Pêşeroj ji aliyê Weşangeriyê ve

Qeyd ji bo Beşdariyê: https://forms.gle/dwtxENq3WXBFcrCJ9