Em bi kêfxweşî we dawet dikin panela xwe ya online li 3’yê meha Mijdarê (03.11.2020). Mijara panelê li ser nêrin û raman û her wiha pratîkên cudageriyê di jiyana rojane de li bajarê Berlinê ye.
Berlin li seranserê Ewrupayê yek ji rengîntirîn bajaran e ji aliyê pirdengî û cudahiyan. Ev bajar gelek ziman, çand û nasnameyan di nav xwe de dihewîne. Lê belê hemû kes û civak nikarin bi heman şert û mercan ji pirrengiya vê bajarê sûdê wergirin. Her çiqas gelek pengavên kêrhatî yên dewletî û proje û xebatên serkeftî yên saziyên civakî hebin jî, hêj jî gelek kes di jiyana xwe ya rojane de rastî pratîkên cudageriyê dibin. Piranî dibistan, ser rê, kargeh û seyareyên hatûçoyê dibin cihên ku herî zêde cudagerî pêk tên. Sedem û bingehên cudageriyê dibe ku ji ber zayend, bikaranîna ziman, paşxaneya koçberiyê an jî temenê kesekê bin û her kes dikare carna rastî cudageriyê bibe. Lewma gelek girîng û hewce ye ku xebatên hişyariyê û pengavên dijî cudageriyê werin xurtkirin û piştgirîkirin her kengî derfet çêbe.
Bi vê bingehê, em dixwazin panelekê li dar bixin ji bo ku em rewşa heyî ya cudageriyê û pengavên dijî cudageriyê li Berlinê nîqaş bikin û derfetên hevkariyên karîgertir li hemberî cudageriyê bigerin. Her wiha, di panelê de em ê hinek encamên eleqedar ên lekolîna xwe ya derbarê jiyana rojane ya civaka kurd li Berlinê jî pêşkêş bikin. Di panelê de, ew ê çar pêşkêşvan cih
bigirin û tevî pêşkêşvanan û tîma Yekmalê, ew ê bi giştî qasî 25 mêhvan hebin. Lê belê, ew ê gelek kes bikarin panelê ser înternetê jî bişopînin.
Pêşkêşvan:
- Elke Breitenbach (Senatora Entegrasyon, Kar û Têkiliyên Civakî ya Senatoya Berlinê)
- Derviş Hızarcı (Berpirsiyarê berê yê dezgeha dijî cudageriyê yê Senatoya Berlinê)
- Holger Spöhr (DPW, Pisporê koçberiyê)
- Şerif Derince (Berpirsiyarê Akademiya Yekmal û zimannas)
Moderator: Merih Ergün, Yekmal e. V.
Kengî: 03.11.2020
Dem: 15:00 – 17:00
Format: Online
Ji kerema xwe ji bo beşdariya online li ser vê lînkê qeyda xwe çêkin:
Piştî qeydê, em ê di demek nêz de ji we re e-mailekê bişînin bi lînkekê ji bo beşdariya online.