caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Li Mainzê bi Lokman Turgut re bernameya zarokan

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurd de Yekmal e.V bernameya zarokan li dar xist.

Kurdolog û perwerdekarê zarokan Lokman Turgut ku ji bo zarokan bernameya duzimanî ya zarokan (Elmanî-Kurdî) li ser wateya Newrozê li dar xist, hat vexwendin.

Piştî xwarina xwarinên gelêrî yên kurdî bi hev re bernameya zarokan dest pê kir.

Zarokan çîroka Newrozê dîtin û bi xwe rolên karakterên çîrokê lîstin.

Weke balkêþ jî zarokan destpêkê strana gelêrî ya Newrozê gotin û piştre hemû mêvanan bi zarokan re stran gotin.

Piştî bazdana kevneşopî ya li ser agirê Newrozê, zarok û dê û bavên xwe ji bo şiyarbûna biharê tovên kulîlkan bi awayekî sembolîk çandin.

Di dawiya bernameya zarokan de hemû zarokên amade bûn diyarî wergirtin.

Em spasiya Lokman Turgut dikin ji bo pêşkêşkirina wî ya profesyonel û ji bo hatina hemû zarok û dê û bavên wan.

Yê Yekmal e.V.