Di çarçoveya kursên MiA (Jinên Koçber di Jiyana Rojane de Hêzdar) ya Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF), wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, Yekmal e.V, em li Rheinland-Pfalzê dest bi kursên MiA’yê dikin.
Beşdarên kursê ji aliyekê ve derbarê mijarên wek tenduristî, xwarin û vexwarin, saxlemî di jiyana rojane de, perwerdehiya zarokên piçûk diaxivin û xwe pêş ve dibin, ji aliyekê din ve jî zanîna xwe ya zimanê almanî pêş dixin.
Mijarên kursê ev in:
-
- Armancên xwarinê yên girîng ji bo ciwan û mezinan.
- Di xwarina me de çiqas şekir heye?
- Di hêlînekê de rojek derbaskirin.
- Ji bo sekinek tendurist a laşê mirov: Pilates.
- Serdana bazarê (sûkê), danûstandin û hev re xwarin çêkirin.
- Encamên şaşxwarinê.
- Jiyana tendurist an têkçûn.
- Mirov çawa laşê xwe bi rêkûpêk perwerde bike: Jîmnastîka avê.
- Li Almanyayê pergala perwerdehiyê çawa ye?
- Xurtkirina hêza hundirîn: Yoga.
- Serdana pirtûkxaneya bajêr.
- Zarokên pêşdibistanê divê çi bizanin û bikarin çi bikin?
- Ciwanbûn û mezinbûn.
Em ji hemû beşdarên qursê re demek xweş û gêş niyaz dikin û ji wan re dibêjin, serkeftin!
Şaxa Mainzê ya Yekmal e. V.
Tel: 06131 – 90 52 65
Email: buro-mainz@yekmal.de
Not/Nîşe:
Kursên me yên ji bo sala 2022’yan tije bûn. Ji kerema xwe tenê ji bo sala 2023’an qeyda xwe çêkin.