caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Konsera dawî ya kursa Tembur li Mainzê

Ji Gulana 2022’an vir ve kursa Tembûr li cihê Yekmal a Mainzê dest pê kiriye. Zarokên di navbera 8 û 12 salî de bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî vê kursê dibin. Beşdaran xwestin konsereke fînalê ya biçûk pêşkêş bikin. Piştî koma yekem sê zarokên kursê bi hev re bi sêwanê stranên kurdî lêxistin û gotin.

Zarokan li pêşberî temaşevanan bi heyecanek mezin amûrên xwe bi kar anîn û stranên xwe gotin. Dê û bav, xwîşk û birayên wan û hevalên zarokan jî bi awayekî zelal kêfxweş bûn. Ew ji bo sala 2022an encamek muzîkê ya pir xweş bû.

Kursa me ya Tembûrê di sala 2023an de berdewam dike.

Em spasiya hemû zarokan û mamosteyê wan ê muzîkê dikin û ji zarokên xwe re gelek konserên xweş dixwazin. Her weha em dixwazin spasiya tevahiya tîmê Bundesmusikverband Chor & Orchester e.V. bikin, ku di vê projeya xweş de hevkariya me kirin.

Hûn dikarin videoya konserê li ser vê lînkê binêrin:

Li hêviya salên xweştir in.

Yekmal Mainz