Li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li Tirkiye, Kurdistan, Suriye, Îran û Ermenîstanê, ku Kurd, Tirk, Ermenî, Sûryanî, Ereb û gelek civak bi hev re dijîn, dema mirov rastî dans û govendekê were, carna gelek zehmet e mirov bizane ev dans û govend ya kijan civakê ye û carna jî ev ne mimkûn e. Şêxanî jî delîleke mezin e ji bo dostaniya civakên di vê erdnîgariyê de. Bi vê kargehê, em dixwazin îsal di nav çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de vê govenda ku ji aliyê Sûryaniyan, Ermeniyan û Kurdan li deverên cuda bi formên cuda tê lîstin bi hev re hîn bibin û agirê Newrozê bi hev re gur bikin.
* Kargeh dê 2 saet bidome û ew ê beşdar gavên bingehîn ên govendê û her wiha formên cuda yên govenda Şêxaniyê hîn bibin. Kargeha me ji ciwan û mezin herkesê re vekirî ye û ji bo beşdariyê zanîna govendê an jî dansê hewce nake.