caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kargeha Hip Hop û Şemamê bi Ciwanan re

Di Newrozê de çalakiyeke taybet ji bo ciwanan.
Perwerdekarên Atolyeyê: Kadir Amigo Memiş & Gülcan Kuçuk

“Şemamê” yek ji dîlanên herî bi nav û deng e di nav ciwanên kurd de. Hip hop jî formek e ku ji aliyê ciwanên reş ên amerîkî û latînî ve hatiye pêşvexistin û îro di çanda populer de xwedî cihekî pir girîng e. Di kargehê de Hip Hop û Şemamê dê bên cem hev, û ciwan dê gavên Şemamê û dansa Hip Hopê hîn bibin û şiroveyên xwe yên van dansan pêk bînin. Em hemû ciwanan vedixwînin kargehê ku coşa 21’ê Adarê Roja Newrozê bi hev re pîroz bikin.

Kargeh ji bo ciwanên 9-14 salî saet di navbera 13.00-14.00, ji bo ciwanên 15 salî û mezintir saet di navbera 14.30-16.30 de tê lidarxistin.

Em ji beşdaran rîca dikin ku cilên rehet û pêlavên sporê li xwe bikin.

Dîrok: 21.03.2023
Cih: Mehrgenerationenhaus Gneisenaustraße (Gneisenaustraße 12, 10961 Berlîn)
Dem: 13.00-14.00 → 9-14 salî
14.30-16.30 → 15 sal û jor