Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku salane ji aliyê Yekmalê ve tê lidarxistin, roja 6ê Gulan a 2023an kargeha fêrbûna govenda Şêxanî li Berlinê hat vekirin.
Kargeh li Mehrgenerationenhausê ya Gneisenaustraßeyê bi tevlîbûna kesên ji çandên cuda hat lidarxistin. Herdu fêrkarên govendê Gulcan Kuçuk û Hekîm Kiliç 2 saetan gavên bingehîn û formên cuda yên govenda Şêxaniyê bi awayekî pratîk nîşanî beşdarên ciwan û mezin dan. Beşdarên kargehê wextek xweş derbas kirin û ji perwerdehiya govenda Şêxanî sûdmend bûn.
Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye, Kurdistan, Sûriye, Îran û Ermenîstanê ku gelek çandên cuda bi hev re dijîn, govenda Şêxanî ji aliyê Kurdan, Sûryanîyan û Ermenîyan ve bi formên cuda tê lîstin.