caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Guhertinek Mezin di Qanûna Derbarê Cih û Rola Zimanê Dayikê di Perwerdehiyê de

Meclîsa Nûneran a Berlînê di warê rewşa zimanan di dibistanan de gavek girîng avêt. Di 16’ê Îlonê, 2021-an de, Meclîsa Nûneran a Berlînê qanûneke nû bi sernavê “PÊŞVEBIRINA DU/ PIRZIMANΔ pejirand. Bi vê guhertinê, qanûna kevn a bi navê “Dersên ji bo xwendekarên bi eslê xwe ne-alman” hat betalkirin. Em bawer dikin ku ev qanûna nû ji ber pênc guherînên girîng dê rewşa zimanan di dibistanan de pêş ve bibe û bibe alîkar ji bo pêşveçûna pirzimaniyê. Mirov dikare van pênç guherînan wisa rêz bike:

  • Gotina “bi eslê xwe ne-alman” hat betalkirin.
  • Dema malbat serlêdana dibistanekê bikin ji bo ku zarokên wan dest bi dibistanê bikin, rêveberiyên dibistanan dê zimanê dayikê yê zarokan bibirsin. Bi gotinekê din, rêveberên dibistanan dê zimanê xwendekaran ne li gorî statûya pasaporta wan, lê bi tercîha malbatan qeyd bikin.
  • Hînkirina zimanê dayikê di dibistanan de êdî ne tenê bi tercîh û derfetên dibistanan pêk tê, lê qanûna nû pêşkêşkirina vê derfetê xurttir dike.
  • Xwendekar dikarin li dibistana navîn zimanê xwe yê dayikê wekî zimanê biyanî yê duyemîn hilbijêrin. Ev tê vê wateyê ku hînkirina zimanê dayikê dê tenê bi dibistana seretayî re sînordar nebe.
  • Di dawiyê de, tê pêşniyar kirin ku her zarok bikare xwe bigihîne derfetên hînkirin û pêşvebirina pirzimaniyê, tevî zimanê dayikê, ji hêlînê heta dawiya xwendina xwe ya di dibistanê de.

Em bawer dikin herî kêm pênc aktorên girîng hebûn di bidesxistina vê serkeftinê de roleke diyarker lîstin.

Berî her tiştê divê em behsa xebatên dilsoz ên saziyên civakî, komeleyên malbatan û sendîkayan bikin ku bi salan e dev ji daxwazên xwe bernadin. Ya duyemîn, hişyariya dê û bavan bû ku dixwazin zarokên wan li ser bingeha zimanê xwe yê dayikê, lê bi awayekî pirzimanî mezin bibin. Hişyariya wan bû sedemeke mezin ku hemû aliyên eleqedar ber bi aliyê civakeke rengîntir û berfirehtir gavên xwe avêtin. Helbet, kar û xebatên xurt û dilsoz ên berpirsiyarên Senatoya Berlînê, taybetî jî ew kesên di beşên bi tevlîkirin, entegrasyon, koçberî û perwerdehiyê re eleqedar dixebitin, xweyî ciheke taybet in. Li ser wan de jî, xebatên hêja ên gelek kesên mîna çalakvanên ziman û perwerdehiyê, lêkolîner û akademîsyen û perwerdekaran divê neyê jibîrkirin. Herî dawî jî, xebat û piştgiriya siyasetmedar û rayedarên pêbawer ên ji partiyên cuda faktorekî taybet e di vê serkeftinê de ku hêvî, motîvasyon û wêrekî dide hemû aktorên li jorê behskirî ji bo berdewamiya kar û xebatên wan ên hêja.

Derxistina vê qanûna nû mînakek gelek baş a hevkariya hemû aliyên peywendîdar e. Wek Yekmal, komeleya malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, em pê serbilind in ku di vê warê de cihê xwe digirin ji bo bandorkirin û guherandinê. Em bi dilekî germ li pêşêrojê dinêrin ku em bikarin hevkariyeke mezintir û karîgertir bikin bi hemû aktorên eleqedar re ji bo cihêrengî û pirzimaniyê.