caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Gotûbêj: Dilreşiya Hemberî Kurdan li Berlîn û Almanyayê

Bi Axaftina Xêrhatinê ya Şaredarê Navçeya Neukölln Martin
Hikel

Tevî ku kurd li welatên xwe rastî neheqiyê tên û mafên wan tên
binpêkirin, li dîyasporayê û Almanyayê jî rastî dilreşiyê tên. Ev rewş dibe
sedem ku kurd nikarin xwe bi rêk û pêk tevlî jiyana civakî bikin û para xwe
jê bistînin. Di çalakiya destpêkê ya Rojên Çanda Kurdî de bal tê kişandin
ser vê yekê û pispor ji xebatên komeleyê, rewşenbîr û siyasetmedar di
çarçova gotûbêjekê de li ser mijarê rediwestin.

Gotûbêjer:
Fatma Keser – Koçberên Jin ji bo Sekulerbûnê û Xwerêvebirinê
Günay Darıcı – Komela Yekmalê
Prof. Dr. Kenan Engîn – Zanîngeha Akkon ji bo Zanistên Mirovî
Ferat Koçak – Endamê Meclîsa Berlînê ya Partiya Çep
Shani Hajo – Civaka Kurdli Almanya
Moderasyon: Dr. phil. Yaşar Kırgız

Dîrok: 17.03.2023
Saet: 17:00-19:00
Cih: Rathaus Neukölln, BVV-Saal, 1. OG
Karl-Marx-Straße 83, 12043 Berlin-Neukölln

Piştî gotûbêjê wê ji bo bexşê/alîkariyê xwarin bê dayin. Bexşên ku hatin
komkirin wê bên radestî ma music center li Amedê kirin. Navend ji bo
zarokên ku ji erdhejê bandor bûne xebatên perwerdehî û hunerî pêk tîne.
Ji bo agahiyên bêhtir: https://yekmal.com/ku/huner-ji-bo-heviye/