caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Erdhêj li Kurdistanê

Îro du erdhejên mezin ên bi pileya 7.8 û 7.5 li gelek bajar û deverên Kurdistanê hejandin. Navendên erdhejê Pazarcik û Elbîstan in ku piranî kurdên elewî lê dijîn. Li gorî nirxandinên destpêkê yên rayedarên herêmê, bi sedan kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Mirov hê jî di bin xirabeyan de mane. Ev her du erdhêj li piraniya bajarên Kurdistanê pêk hatine. Di nav wan de, taybetî li Diyarbekir, Riha, Dîloka Bakur û her wiha û Heleba Rojava û Hewlêra paytexta Başûr zêdetir zerer dîtiye. Ji bilî gelek miriyan, gelek kesên birîndar hene û bi hezaran kes bê parastin di bin sermaya zivistanê de mane. Hêvî û duayên me ji bo kesên di erdhejê de mane re ne. Em sersaxiyê ji malbat û merivên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Em spas dikin berpirsên hikûmeta Almanyayê, taybetî Serokwezîr Olaf Scholz û Wezîra Derve Annalena Baerbock û hemû nûnerên partiyên siyasî ku yekser peyamên sersaxiyê weşandin û soza alîkariyê dan.

Em hêvî dikin ku mirovên me bi awayekî zû û efektîf alîkariya navneteweyî wergirin.