caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Enstîtûyên Zimanê Kurdî li Ewropayê: Dîrokên Hatine Nivîsandin û yên Werin Nivîsandin 

Enstîtûyên kurdî li Ewropayê xweyî dîrok û kevneşopiyeke dirêj nebin jî, kurt jî nîne. Enstîtûyên kurdî di encama koçberiya kurdan ber bi welatên cuda yên Ewropayê de hatin damezirandin û ji xwe re kirin armanc ku hem di nav kurdan bi xwe hem jî di welatên wan yên nû de hişyariyeke bilind bikin derbarê ziman û nasnameya kurdî de. Di nav salan de, ev enstîtû ne tenê bûn cihên çavkanî û referansê, di heman demê de bûn navendên civîn, hevkarî û hevdîtina rewşenbîr, zimannas, nivîskar û hemû kesên bi mijarên kurdî re eleqedar. Lewma, tevkarî û bandora van enstitûyan ji bo nasandin û pêşvebirina zimanê kurdî li Ewropayê ne cihê nîqaşê ye. Lê belê, gelek kêm agahî jî hene di derbarê pirsên mîna guherînên çawa çêbûn di kar û xebatên wan enstitûyan di nav salan de,  heta çi radeyê gihiştin armancê xwe, zehmetî û astengiyên herî mezin li pêş wan çi ne, bi hev re çawa hevkariyê û danûstandinê dikin, û pêşeroja xwe çawa dibînin. Bi armanca ku em bikarin hinek bersivan bibînin ji bo van pirsan û mijarên din ên têkildar, Akademiya Yekmalê vê panela serhêl (online) li dar dixe bi beşdariya serok û berpirsiyarên enstitûyên zimanê kurdî li Ewropayê. 

Dîrok: 11.05.2024

Cih: Serhêl/ Zoom

Demjimêr: 14:00 – 16:00 (Dema Navendî ya Ewropayê) / 15:00- 17:00 (Dema Kurdistanê)

Serlêdan: https://forms.gle/wQ4WANqpSqwVnkXH8

Moderator: Berivan Biral (Lêkolînera Zimanê Kurdî li Zanîngeha Normandiya Rouenê)

Beşdar

  1. Derwêş M. Ferho (Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê)
  2. Lerzan Jandil (Înstîtutê Ziwan û Kulturê Kirmancî (Zaza) -IKK- e. V.)
  3. Mazhar Zümrüt (Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanya)
  4. Yaqob Tilermenî (Enstîtûya Kurdî ya Swîsreyê)