caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Em biryara Parlamentoya Almanyayê pîroz dikin ku sucên li dijî Êzidiyan wek jenosîd nas kir.

Parlamentoya Almanyayê bi yekdengî sûcên çekdarên rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî (DAIŞ) li dijî Êzidiyan weke jenosîd qebûl kir.

Em di wê baweriyê de ne ku ev biryar û kêliyeke dîrokî ye, ne tenê ji bo bîranîna bi hezaran êzîdiyên ku ji aliyê DAŞIê ve hatine qetilkirin, lê di heman demê de derfetek e ji bo pêkanîna edaletê ji bo kesên hatine kuştin, wek kole hatine girtin û îşkencekirin, û ji bo nas û xizmên wan ên mayî. Jixwe biryara Parlamentoya Almanyayê jî wisa dibêje “Parlamentoya Almanyayê li ber qurbaniyên tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin serê xwe ditewîne. Divê bi tevayî hişyarkirina raya giştî û bibîranîna jenosîda Êzidiyan bibe yek ji erkên Almanyayê.”

Em piştrast in ku ev biryar dê bibe alîkar ji bo hewildanên civaka Êzidî ji bo bilindkirina hişyariyê di derbarê çewsandina dîrokî ya Êzidiyan li welatê wan û cudageriya li dijî Êzidiyan û êrîşên îslamî û komên din ên radîkal ên li dîasporayê.

Wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, em ji nêz ve bi gelek malbat û kesên Êzidî re dixebitin. Di xebata xwe de em gelek caran dibînin û dibihîzin ku êzîdî hem ji ber ol û hem jî ji ber etnîsîte û zimanê xwe, ku kurdî ye, rastî cudageriyê dibin. Her weha em dibînin ku êrîşên daîmî yên dewletên Rojhilata Navîn li ser Kurdan – çi li Îran, çi Tirkiye, çi li Sûriyê û çi li Iraqê be – bandorê dike li jiyana êzîdî û civakên din ên kurdan li Almanya û welatên din ên Ewropayê. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku cudageriya li dijî êzidiyan ji nêz ve bi cudageriya li dijî kurdan bi giştî ve girêdayî ye. Lewma, em di wê baweriyê de ne ku xebatên ji bo naskirin û hêzdarkirina civaka êzidî li Almanyayê, divê bi stratejiyeke berfireh a ji bo têkoşîna li dijî zilm û cudageriya li ser civakên kurd ên li Almanyayê, were meşandin.

Ji ber vê yekê, hêvî û bendewariya me ew e ku biryara Parlamentoya Almayayê ya naskirina sûcên li dijî êzidiyan wek jenosîd bibe qonaxek di xebatên berfirehtir ên civakên kurd de ji bo naskirin û hêzdarkirinê.

Di dawiyê de, em hem pêşeng û rêxistinên civaka êzidî pîroz dikin ku bêwestan dixebitin ji bo doza êzidiyan bigihînin aliyên siyasî û civakê, hem jî hikûmeta hevbendiyê ya Almanyayê û hem jî partiyên din ên siyasî yên li Parlamentoyê ku piştgirî dan pêşnûmeyê û deng dan ji bo naskirina tawanên li dijî êzidiyan wek jenosîd.

Yekmal e. V.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê