Hûn jixwe bi kurdî dizanin, lê dixwazin kurmanciya xwe pêş ve bibin? Wê gavê kerem bikin dersa kurdî ya Akademiya Yekmalê ji bo kurdiya asta bilind. Ev ders ji bo wan kesan e û jixwe kurmanciya wan a rojane baş e, lê dixwazin kurmanciya edebî/wêjeyî û ya akademîk jî hîn bibin. Ew ê di nav kursê de mijarên rêzimana kurmancî werin pêşkêşkirin û her wiha nivîs û gotarên wêjeyî/edebî û yên zanistî werin bikaranîn.
Ders, her hefte roja pêncşemê di navbera 15:00 – 16:30’an de ye û dê bi gîştî 12 hefte berdewam bike. Kesên bi awayekî serkeftî dersan bi dawî bikin dê bawernameya beşdariyê bigirin ji Akademiya Yekmalê.
Beşdarî bêpere (belaş) ye. Ji bo beşdariyê, ji kerema qeyda xwe çêkin li ser vê lînkê:
https://forms.gle/JuWgMYhSwa572ZYG8
Cih: Yekmal e. V., Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Destpêk: 04.11.2021
Dersa dawî: 03.02.2022
Têkilî
Yekmal Akademie
Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
Email: akademie@yekmal.de