caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Demsalek nû ya Bernameya “Griffbereit” a duzimanî li Navenda Malbatan a Rengînê dest pê kir

Bernameya duzimanî ya ji bo zarok û malbatan ku ji aliyê xebatkarên perwerdehiyê ve li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê tê meşandin, di 28ê Sibatê de dest bi demsalek nû kir û her hefte bi beşdariyeke zêde didome.
 
Di vê çalakiya duzimanî de zarok tevî dê û bavên xwe bi kurdî û almanî stran dibêjin, amûrên muzîkê lê dixin, bi awayekî lîstikî bi hev re dilîzin û dansê dikin. Di vê gera xweş de çîrokên bi Kurdî û Almanî jî ji aliyê perwerdekaran ve tên xwendin.
 
Ev bernameya taybet ku her Çarşemê bi rêve diçe ji bo van dê û bavan e ku zarokên wan ên 1 heta 3 salî hene û dixwazin zarokên xwe bi duzimanî (Kurdî û Almanî) perwerde bikin.
 
Bernameya Griffbereit ji aliyê Komeleya Komunalên Entegrasyona ya li Herêma Nordrhein-Westfalen ve hatiye amadekirin û ji aliyê Ofîsa Kordînasyona Herêmî – KI NRW ve li ser asta Almanyayê hatiye kordînekirin.
 
Roj: Her Çarşem, 16:30
Cîh: Familienzentrum Rengîn,
Waldemarstraße 57, 10997 Berlin
Têkilî: familie@yekmal.de
Tel.: 03061625848