caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Daxwazname ji bo Dibistanê di derbarê Newrozê de

21’ê Adarê roja Newrozê ye ku di dîrok û çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Ji ber vê yekê di salnameya çandî ya Berlînê de Newroz wek sersala kurdî hatiye destnîşankirin. Ji bo pîrozkirina Newrozê bi hev re, dê û bav dikarin bi awayekî fermî serî li dibistana zarokên xwe bidin. Weke Yekmal em kargeha dîlanê li dar dixin ji bo ku xwendekarên kurd bikarin bi hev re Newrozê pîroz bikin. Heke hûn wek dêûbav bixwazin zarokên we yên diçin dibistanê roja Newrozê neçin dibistanê û di şûnê de beşdar bibin kargeha me ya dîlanê an jî çalakiyên din ên çandî, hûn dikarin daxwaznameyekê bidin dibistana zarokên xwe.  Hûn dikarin nimûneyeke daxwaznameyê di lînka jêr de peyda bikin. Ji kerema xwe vê daxwaznameyê dagirin, îmze bikin û bidin dibistana xwe ji bo ku zarokên we li roja Newrozê bi awayekî fermî ji dibistana xwe destûrê bigirin.

Newroz Pîroz Be!