caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Daxûyanî Derbarê Ezmûna Nirxandina Ziman a Sibe li Berlînê

Yekmal e.V. bi kêfxweşî ji bo civaka kurd li Berlînê qonaxeke girîng radigihîne! Di ezmûna nirxandina ziman de (Sprachfestellungsprüfung) ku dê sibe pêk were îsal yekem car zimanê kurdî wek zimanê biyanî cih girt. Ev yek firseteke baş ji bo şagirtên kurd ên polên 9, 10 û 11 e ku asta zanebûna zimanê xwe nîşan bidin. 

Ji bo hemû xwendekarên kurd ên ku beşdarî ezmûnê dibin: Em ji bo ezmûna ziman a sibê serkeftinê ji we re dixwazin! Em ked û hewldanên we ji bo fêrbûn û parastina zimanî dayikê baş dizanin. Ji bo ezmûnê her serkeftî bin – bi avêtina vê gava girîng em bi we geleki serbilind in. 

Ji hemû xwendekarên kurd re: Ev bernameya pîlot qonaxeke nû ji bo pêşvebirina zimanê kurdî li Berlînê nîşan dide. Em hemû şagirtên kurdan teşwîq dikin ku di salên pêş de tevlî ezmûnên nirxandina zimanî (Sprachfeststellungsprügung) bibin, da ku hunera xwe ya zimanî nîşan bidin û gaveke girîng di pêvajoya qebûlkirina ziman û çanda kurdî bavêjin.

Em spasiya wezareta perwerde, malbat u ciwanan a Senatoya Berlînê dikin ji bo amadekirin, organîzekirin û pêkanîna vê ezmûna zimanî û her wiha spasî ji bo hevkariya wan bi Yekmal e.V. re ji bo pêşxistina zimanê kurdî û naskirina nasnameyê kurdî a li Berlinê.

Mixabin ku hin sazî û rêxistinên kurdan agahiyên manipulatîv di derbarê ezmûna zimanî de belav dikin û îdia dikin ku ev projeya Senato ya wan bixwe ye. Em bang li van rêxistinan dikin ku dev ji van agahiyên dûrî rastiyê berdin û hurmetê li hemberî karê Senato û Yekmalê bigirin. 

Em serketinê ji xwendekarên ku tevlî ezmûnê dibin re dixwazin  û ji bo vê gava girîng spasiya wezareta wezareta perwerde, malbat u ciwanan a Senatoya Berlînê dikin.