caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Cejna Xawenkar pîroz be!

Kurdên Yarsan van rojan cejna xwe ya “Xawenkar” pîroz dikin. Ev girîngtirîn cejna Yarsanan e weke di pirtûka pîroz a “Serencam” de hatiye diyarkirin.

Ev cejn her sal di çileya payîzê de tê pîroz kirin, sembola serkeftina Yarsanan e li hember dijberên xwe û bîranîna serkeftina avakarê ola Yarsan Sultan Sahak e di sedsala 12an de li hember neyarên xwe.

Îsal cejna Xawenkar a sê rojî di rojên 28, 29 û 30 Cotmehê de tê pîrozkirin. Di vê demê de bawermendên Yarsan sê rojan rojî digirin, dîkê dikin qurbanî, hinar û birinc û nanê Kurdî di nava civakê de parve dikin. Bawermend li Cemxaneyê li hev dicivin û îbadetê dikin. Tenbûr ku amûra muzîkê ya Yarsanan e, di merasîmên olî de cihekî girîng digire.

Yarsan ku bi navê Kakeyî an Ehlê Heq jî tê naskirin, pêkhateyeke olî ya Kurd e û bawermendên wê li herêmên di navbera Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Diyasporayê dijîn. Li gorî amarên nefermî, hejmara wan çend mîlyon kes in.

Em li ser navê Yekmalê Cejna Xawenkar li tevahîya civaka Yarsan pîroz dikin. Yarsan bi taybetmendiyên xwe yên çandî, civakî û olî beşeke girîng a civaka cihêreng a Kurdistanê pêk tîne û ew bi awayekî çalak beşdariya jiyana civakî dibin.

Em hêvîdarin ev cejn ji we re bibe sedema xweşî û aştiyê. Cejna Xawenkar pîroz be!