Li ser vê rûpelê hûn dikarin pêşniyarên Yekmalê yên video-xêzefîlmên ji bo zarokan hatine amadekirin peyda bikin.
a) ZarokTV
Malbat dikarin hem li ser malpera zarok tv (http://zaroktv.com.tr) hem jî li ser kanala Youtubê (https://www.youtube.com/ZarokTV) bernameyên kurmancî an jî kirmanckî/zazakî temaşe bikin.
Di nav bernameyên ZarokTV de hem stranên curbicur, hem xêzefîlmên zarokan hem jî bernameyên xebatên bi destan hene.
Bi nimûne, bernameya Tîtik û Mîtik gelek kêrhatî ye ji bo malbatan ku bi kaxiz, meqes û hinek alavên din ên berdestan bikarin çalakiyên xweş çêkin bi zarokên xwe re.
(https://www.youtube.com/watch…)
b) PelistankTV
Malbat dikarin hemû bernameyên PelistankTV li ser kanala wan a Youtubê temaşe bikin.
https://www.youtube.com/user/pelistanktv
c) Marsuplamî
Malbat dikarin xêzafîlma marsuplamî li ser vê lînkê bidin temaşekirin:
https://www.youtube.com/watch…
ç) Kurd1
Malbatên me yên zimanê wan ê dayikê kurdî nebin dikarin li ser kanala Youtubê ya Kurd1ê dersên kurdî temaşe bikin û kurmanî hîn bibin. Lînka dersên kurdî ev e:
https://www.youtube.com/watch…