caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Çalakiyên Rojên Çanda Kurdî 2020 li Berlînê Dest Pê Dikin

Em pê kêfxweş in ku çalakiyên Rojên Çanda Kurdî ya salane li Berlînê careke din dest pê dikin. Wekî tê zanîn, me çalakiyên xwe yên îsal ji bo meha Adarê amade kiribû, lê ji ber derketina şewba COVID-19’ê em neçar mabûn ku çalakiyên xwe pêş ve bixin. Piştî amadekariyên dirêj û plansaziyên baldar, me bîryar da ku em çalakiyên xwe di nav sê mehan de pêk bînin.

Hemû çalakiyên Rojên Çanda Kurdî dê li gorî tedbîrên dijî COVID-19’ê werin lidarxistin. Bi gotineke din, beşdariya çalakiyan tenê bi qeydê çêdibe; beşdar dê herî kêm 1,5 metre ji hev dûr bisekinin û bi maskeyên xwe werin çalakiyan.

Yekemîn çalakiya me bi Kargeha Erbaneyê dest pê dike di 2’yê meha Îlonê de bi beşdariya birêz Gerry Wobb, sekreterêgGiştî yê  Wezareta Ewrupayê ya Berlînê. Kargeh dê ji aliyê Hogir û Dîren were rêvebirin ku her du jî perwerdekarên pispor ên erbanê ne.

Du çalakiyên din ên balkêş Kargeha Amadekirina Xemlên Xwezayî û Pêşangeha Cil û Bergên Gelêrî yên Kurdî in ji bo nîşandana dewlemendiya çanda kurdî. Dawiya mehê jî, bi hevkariya Yekitiya Mamosteyên Kurd û Kurd-Penê, ew ê panelek were lidarxistin li ser mijara avakirina dibistaneke kurdî-almanî duzimanî li Berlînê.

10’ê meha Cotmehê panelek din tê lidarxistin bi beşdariya sê mêhvanên taybet ku ew ê li ser rewşa mûzîka kurdî di sedsala dawî de pêşkêşiyên xwe yên pisporî par ve bikin. Çalakiya dawiyê ya Rojên Çanda Kurdî dîsa panelek e ku vê carê bi beşdariya rêveberên Senatoya Berlînê, siyasetmedarên ji partiyên cuda û berpirsiyarên komele û saziyên civakî tê lidarxistin.

Hûn dikarin zêdetir agahiyan derbarê çalakiyên îsal peyda bikin li ser bernameya me û li ser vê lînkê qeyda xwe çêkin ji bo beşdariya çalakiyan:

Qeyd ji bo Rojên Çanda Kurdî 2020