Bi serbilindî û kêfxweşiyek mezin em îro 30 salvegera Yekmalê pîroz dikin. Yekmal di 9’ê Gulana 1993’an de ji aliyê komeke malbat, perwerdekar û rewşenbîrên Kurd ve li Berlînê hate damezrandin. Armanc piştgirîkirina malbat, zarok û kesên Kurd bû di jiyana wan a rojane de – bi taybetî di pirsên geşepêdana ziman, entegrasyona jiyana li Almanyayê û lênihêrîna perwerdehî, civakî û derûnî de. Yekmal her wiha ji bo ku ziman û nasnameya Kurdî li Almanyayê bê naskirin û xurtkirin kampanya li dar xist, ji ber ku Kurd gelek caran wek Tirk, Ereb û Faris tên binavkirin û bi gelemperî tên stigmatîzekirin, cudakirin û biçûkxistin.
Piştî 30 salan ji ked, têkoşîn û pêşketinê, em dikarin bi serbilindî bibêjin ku Yekmal xala hevdîtina gelek kurdên xwedî paşxan û perspektîfên cuda ye – navendeke ji malbat û kesên ku di warê perwerdehî, ziman, civakî, çandî, pirsên derûnî û qanûnî de li piştgirîyê digerin. Yekmal rêxistineke pêbawer e ku bi saziyên hikûmetê, saziyên civakî û akademîk re kar dike. Yekmal di heman demê de aktorek rexnegir e, li Almanyayê ji bo hevgirtina civakî, pêşxistina civakek demokratîk û bê cudahî dixebite.