caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Bi Hevra! Şêwirmendî û Piştgiriya ji bo Malbatên Penaber

Xebata şêwirmendî û piştgiriya takekesî (kesan) piştgirî dide dê û bavan û zarokên wan ên li Friedrichshain Kreuzberg dijîn, di jiyana wan a rojane de.

Em van xizmetan didin:

– Hevkarên me li gorî pisporiyên xwe bi malbatan re hevdîtinan çêdikin bi zimanê wan ê dayikê ji bo ku arîşe û pirsgirêkên wan baştir werin fehmkirin û riyên çareseriyê werin peydakirin.

– Em diçin serdana malbatan li mala wan an jî li cihên ku lê dimînin.

– Em şiyan û qabiliyetan xurt dikin û li ser mijarên perwerdehî, tendûristî û mezinkirina zarokan pêşniyaran dikin li gorî rewşa malbatan.

– Em li gel malbatan disekinin ji bo piştevaniyê, rê û rêbazên alîkar nîşanê wan didin, destê wan xurt dikin ji bo ku bikarin rewşên zehmet û tevlihev ên jiyana rojane çareser bikin.

– Eger arîşe û pirsgirêk ji bo demeke dirêj bidomin, em têkiliya wan çêdikin bi pisporên dezgeha ciwanan û tendirûstiyê ya Senatoyê re.

Em van xebatên xwe pirzimanî, bi zimanê kurdî û erebî dikin.
Hevkarî û serdana malbatan bi pisporên me yên pirziman û xweyî-tecrûbe tê kirin. Zimanên me: Kurdî/Erebî/Tirkî/Almanî

Hevkarên projeyê:
Dilay Dagdelen
Ajo Amin