caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Bernameya ‘familY’

Bi bernameya familY, em dixwazin malbatan nêzîk bikin mijara perwerdehiyê û piştgiriya wan bikin ku ji bo bikarin zêdetir beşdar bibin pêşveçûna zarokên xwe di hînbûnê de.

Navenda armanca bernameya familY de ev yek heye ku dê û bav zarokên xwe baştir nas bikin û piştgirî bikin di xebatên wan yên perwerdehiyê de û şert û mercên wan ên ji bo hînbûnê xurttir bikin. Bi vê şiklî, dê û bav xwe pêş ve dibin ji bo ku zêdetir beşdar bibin jiyana perwerdehiya zarokên xwe.

Bi saya vê yekê jî derfetên perwerdehiyê yên zarokan zêdetir dibin, derfetên wekhev di nav civakê de geştir dibin. Di nav 12 civînan de, ku her yek qasî 2 saet e, dê û bav bi riya mînakên pratîk hîn dibin ka ew çawa û kengî baştir dikarin piştgiriya zarokên xwe bikin. Tevî dê û bavên din, hîn dibin ka zarokên wan çawa tiştan fêr dibin û pêş ve diçin.

Bernameya familY bi hevkariya Buddy e. V., Forum neue Lernkultur û  Yekmalê tê rêvebirin.

Berpirsiyar û rêveberên projeyê:
Günay Darici
Dipl. Sozialpädagogin

Hülya Öksüz
Elternbegeleiterin

Têkilî:
Tel.: +49 030 616 25 848
E-Mail: eza@yekmal.de