Armanca vê xebatê xurtkirina dê û bavan e ku bikarin xwe pêş ve bibin di têkiliyên xwe yên bi zarokên xwe re. Ev xebat rê û derfetan nîşan dide dê û bavan ku dema problemek, kêşeyek an jî arîşeyek derkeve nav malbatê de, bikarin wan baştir çareser bikin û ev çareserî daîmî be. Taybetî jî dê û bavên pirçandî, pirnasnameyî û pirzimanî tên piştgirîkirin di têkiliyên wan ên di nav malê de.