Ziman bandor dike. Nirx û helwêst bi ziman tên nîşandan. Aîdbûn û dervehiştin bi ziman tên pênasekirin û avakirin û ew ji nû ve tên avakirin. Rastiyên civakî pêk tên. Lê, ziman di heman demê de rê û derfetên karîger jî didin li hemberî cudakarî û dervehiştinê.
Di 21ê Sibata 2023an de Yekmal- Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê we vedixwîne sempozyûma xwe ya salane ku ew ê mijara ziman û desthilatdariyê ji perspektîfên piralî ve were nîqaşkirin.
Dengê kê tê bihîstin û kî bê tê bêdengkirin? Ziman çawa wekî amûrek hêzê tê bikaranîn? Hêzdarbûna zimanî çawa dikare bandor bike li ser guhertina rastiyên civakî? Dê pirsên wisa ji perspektîfên navdîsîplînî ji aliyên perwerdehî, zimanî, civaknasî û çandî werin nîqaşkirin.
Sempozyûma “Ziman û Desthilatdarî” wê online pêk were.
Serlêdan: https://forms.gle/6ePuEX9q82W6Ay1g7
Berpirsiyar: Yekmal (Akademiya Yekmalê, Beşa Perwerdehiya Dêûbav û Malbatê, CID – Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal)
Hevkar: Zanîngeha Humboldtê ya Berlînê
di nav çarçoveya projeya “STaP vorwärts” de ji aliyê bernameya Berliner Partizipations- und Integrationsprogramm tê piştgirîkirin.
Bernameya Sempozyûmê: