Saziya Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanya mehên Cotmeh û Mijdarê rêze perwedeyan li dar dixe.
Bi hevkariya Daîreya Penaberî û Koçberiyê li Almanya (BAMF) û Şaxên Yekmalên li Bielefeld, Essen, Herford û Mainzê bi dirûşmeya ‘’ Sekna Xurt Li Hemberî Tûndî û Êrîşkariyê’’ rezê perwerde tên lidarxistin. Di rêze perwerdeyan de çareseriya pêşgirtina tûndiya di nav malê de, pêşgirtina tûndiyê û rêvebirina pevçûnên serkeftî tên gerîn.
Di perwerdeyan de pêşîgirtina zêdebûyîna tûndiyan taybetî bi pandemiyê re tên gerîn û ji beşdarvanan tên xwestin ku piştî bi perwerdeyên zimanê Almanî ya du rojan ew jî bi zimanê xwe yên dayikê malbat û derûdorên xwe agahdar bikin. Piştî perwerdeyê beşdarvan wê beşdarnameyek werbigirin.
Tevlîbûna perwerdeyan bêlaş (bê pere) e û li 6 bajarên cûda (her bajarî du rojan) were lidarxistin. Demên perwerdeyan û navnîşanên wan wiha ne.
Şaxên Bielefed û Herfordê
Dem: 26 û 27’ê Mijdara 2021,
Navnîşan: Internationales Begegnungszentrum Friedenshaus e.V., Teutoburger Straße 106, 33607 Bielefeld.
Şaxa Essenê
Dem: 27 û 28’ê Mijdara 2021,
Navnîşan: VielRespektZentrum, Rottstr. 24-26, 45127 Essen.
Şaxa Mainzê
Dem: 23 û 24’ê Cotmeha 2021,
Navnîşan: Planingerstr. 4, 55543 Bad-Kreuznach.
Dem: 13 û 14’ê Mijdara 2021,
Navnîşan: Bürogemeinschaft, Walpodenstr. 10, 55116 Mainz.
Dem: 20 û 21’ê Mijdara 2021,
Navnîşan: Merzwecksaal der Grundschule am Mäuseturm, Herterstr. 35, 55411 Bingen.
Dem: 27 û 28’ê Mijdara 2021,
Navnîşan: Bistro Zwettwohnung, Seydlitzstr. 32, 67061 Ludwigshafen.
Ji bo serlêdanên perwerdeyan û agahiyên zêdetir: www.yekmal.de