Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî ya 2023’an de, di 21’ê Adara 2023’an de li bajarê Mainzê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin.
Ji bilî rêveberiya Yekmal e.V., nûnerê hikûmeta eyaleta Rheinland-Pfalz, serokatiya koma xebatê ya lijneyên şêwirmendiyê yên ji bo koçberî û entegrasyonê ya eyaleta Rheinland-Pfalz, serokatiya lijneya şêwirmendiyê ya biyaniyan ya bajarê Wiesbaden, serokatiya komeleya Feqîr û Tenduristî e.V., nûnertiya îdarî ya Bad-Kreuznach, nûnertiya îdarî ya bajarê Bingen, nûnertiya Caritas, nûnertiya Însiyatîfa Rojava, nûnertiya Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya INBI Mainz, endamên tîma Yekmal Rheinland-Pfalz û mêvanên din amade bûn.
Resepsiyona Newrozê balkêş, ji dil û berî her tiştî bi aheng bû. Yek ji beşên girîng a resepsiyonê ew bû ku zêdetirî 80 xwendekarên li dibistanên di eyaleta Rheinland-Pfalzê de beşdar dibin dersên zimanê dayikê yên bi kkurdî çalakiyek li dar xistin. Zarokan bi duzimanî çanda kurdî, zimanê kurdî, erdnîgariya kurdî û kevneşopiyên kurdî nîşan dan û piştre jî wek koroya zarokan strana navdeng a Newrozê pêşkêş kirin.
Wek encama resepsiyonê jî stranbêja navdar Lale Kocgün û koma wê bi performanseke şahane dengên xweş ên Mezopotamyayê, awazên muzîka kurdî sitirîn.
Em wek tîma Yekmal Rheinland-Pfalz ji dil spasiya mêvanên xwe dikin û hêvî dikin ku em di gelek çalakiyên din de werin cem hev.
Newroz pîroz be.
Bijî Newroz.