Ziman bandor dike. Nirx û helwêst bi ziman tên nîşandan. Aîdbûn û dervehiştin bi ziman tên pênasekirin û avakirin û ew ji nû ve tên avakirin. Rastiyên civakî pêk tên. Lê, ziman di heman demê de rê û derfetên karîger jî didin li hemberî cudakarî û dervehiştinê.
Di 21ê Sibata 2023an de Yekmal- Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê we vedixwîne sempozyûma xwe ya salane ku ew ê mijara ziman û desthilatdariyê ji perspektîfên piralî ve were nîqaşkirin.
Dengê kê tê bihîstin û kî bê tê bêdengkirin? Ziman çawa wekî amûrek hêzê tê bikaranîn? Hêzdarbûna zimanî çawa dikare bandor bike li ser guhertina rastiyên civakî? Dê pirsên wisa ji perspektîfên navdîsîplînî ji aliyên perwerdehî, zimanî, civaknasî û çandî werin nîqaşkirin.
Sempozyûma “Ziman û Desthilatdarî” wê online pêk were. Agahiyên zêdetir dê li ser malpera me werin ragihandin.
Akademiya Yekmalê
Beşa Perwerdehiya Dêûbav û Malbatê
CID – Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal
Rêveber: Yekmal
Hevkar: Zanîngeha Rojhelata Finlandiyayê
di nav çarçoveya projeya “STaP vorwärts”