Komeleya dêûbavên Kurd li paytexta Elmanyayê Berlînê, Yekmal e.V. da zanîn ku ew bi şaredariya Dêrika Hemko ya li Rojavayê Kurdistanê re bûne hevgirên hevkariyê. YEK-MAL dide zanîn ku beriya vê hevkariya wan a bi Dêrikê re, şaredariya Dêrikê û şaredariya navçeya Berlînê Friedrichshain-Kreuzbergê Hezîrana bihurî fermî li hev kiribû û peyman îmze kiribû ji bo bibin bajarên hevkar.
Peymana hevkariya Yekmal e.V. û Dêrikê ji aliyê herdu hevşaredarên Dêrikê Rojîn Şeto û Feremez Hammo, û rêvebera Yekmalê Gunay Darici ve hat îmzekirin. Yekmalê da zanîn ku peymana wan bêhtir li ser hevkariya di projeyên ziman û perwerdeyê de ye, nexasim jî li dergûşxane û baxçeyên zarokan.