15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Yek ji pêşengên ziman û civaka kurdan, Celadet Alî Bedîrxan bi derxistina kovara pîroz Hawar ev roj diyarî me hemûyan kiriye. Armanca vê cejnê ew ku em hemû li
zimanê xwe xweyî derkevîn û zimanê xwe pêş ve bibin. Parastin û pêşvebirina kurdî di navhenda gelek xebat û çalakiyên Yekmalê de cih digire. Di serî de hêlînên (baxçeyên zarokan) me yên dûzimanî, bi navê Kita Pîya, û xebatên me yên Akademiya Yekmalê, gelek çalakî û projeyên me di xizmeta kurdî de ye. Bi hêvî û baweriya rojên geştir û têkoşînek xurttir ji bo parastina zimanê xwe, em Cejna Zimanê Kurdî li we hemûyan pîroz dikin.