Çileya Paşîn 15, 2024 | BEFaN-Netzwerk

Êdî Yekmal kordînatoriya Tora BEFaNê dike

Êdî Yekmal kordînatoriya Tora BEFaNê dike

Em kêfxweş in ku di destpêka sala 2024an de nûçeyên girîng ji we re ragihînin: Piştî 8 salan kordînatoriya Tora BEFaNê vedigere Yekmal e.V. . Ev biryar di encama lihevkirina di navbera Komeleya Xebatên Navçandî (VIA), Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. û kordînasyona Tora BEFaNê pêk hat.

Rêvebirina Kordînasyona Tora BEFaNê dê ji aliyê Remziye Uykun ve bidome ku ew ji meha Çileya 2024an ve li komeleya me ya Yekmalê dixebite. Ev jî E-Maila nû ya Tora BEFaNê ye: befan@yekmal.de

Tora BEFaNê di çarçoveya projeya BEFaNê de, bi hevkariya Yekmal e.V., MITRA e.V. û komeleya herêmî ya VIA wekî xebateke hevpar hat avakirin. Bi demê re, di qada polîtîkaya koçberî û perwerdehiyê ya Berlînê de bûye Toreke domdar, ku ji rêxistinên koçberan, saziyên perwerdehî û fêrkariyê, rêveberiyên pispor ên têkildar di asta navçe û senatoyê de û herweha aktorên din ên di qada  pirzimanî de pêk tê.

BEFaN niha di aliyê perwerdehî û pirzimanî de bûye Tora pispor a Berlînê. Tora BEFaNê bi awayekî çalak ji bo pêşvebirina sazûmanî ya pirzimanî di perwerdehiyê de kar dike û hewl dide berjewendî û pêdiviyên civakên koçber diyar bike. Xemeke girîng ew e ku pisporî û ezmûnên cihêreng ên civakên koçber di aliyê pirzimanî de bixin nav pergala perwerdehiyê.

Em ji dil spasiya hevkarên xwe yên ji Komeleya Herêmî ya VIA  li Berlîn û Brandenburgê dikin ji bo xebatên wan ên pêşvebirinê yên domdar di her astê de ji bo tora BEFaNê.

Di çarçoveya vê daxuyaniyê de, em dixwazin vîdyoya Roja Pisporiyê ya Tora BEFaNê ya 2023-an pêşkêşî we bikin da ku hûn li ser xebata Torê têgihiştinekê bigrin.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR